Bi van her çar mehên biharê; adar, avrêl, gulan û pûşberê de, bi belavbûna polenên gul û kulîlk û nebat û daran hinek elamet di canê însên de derdikevin holê weke;
-xwura poza
- pişkîn
-bapêş
- xetimandîna poz
- tijebûn û hêsirgirtina çavan
- xwura can
-belxem
-kuxuk
- bêhntengî
Ev nîşanên astimê, alerjiya çavan û bapêşa alerjîkê bi hev re weke 'Alerjiya Biharê' tê nasîn.
Ji xwe demsala biharê weke testekê ye ku bê ka hela alerjiya polena bi mirov re heye an na.
Jêderka polenan herî pirr darên findiqa, çinar, darsor, darên fêkiya û gul û kulîlkên niştecîhî yên biharê ne.
Polen, bi navgîna nefesê li rêyên henaseyê berlav dibin, bi cih dibin. Ev rêya sereke li xwe, bi rêya çerm, por û çêv jî dîse di bedenê de belav dibe û ewan reaksiyonên navborî derdikevin holê.
Ha, em vê jî lê zêde bikin ku ev bo her kesî nabe problem. Lê ew kesên ji ber sedemên cur be cur, weke genetîkê, weke faktorên dû re hatiye bi dest xistin, kişandina cixare û hwd.. Wicûdê însên de rêze-reaksîyon pêk tên ku piralî jî ev di evan sîsteman (çav, çerm, rêya nefesê) de îltihaba akut e.
Bedena însên piştî li van polenan rast tê ku jê re xerîb in, li gor her organî hindek semptomên taybet derdikevin holê. Weke pişkînê, kuxukê, xurê, hatina poz, sorbûn û werma çerm ... Sedema van reaksîyonan madeya Hîstamînê ye. Hîstamîn madeya alerjîk ya herî grîng e. Konjuktîvît, astim, alerjîk rînît û hwd.. Hemû eserên Hîstamînê ne.
Alerjiya polenê piralî di koma temenê wan 5-40 sal e tê dîtin. Li gor daneyên statîstîka yên vê dawiyê rêjeya alerjiya polenê roj bi roj zêde dibe.
Weke encam, heger di meha biharê de hêsir bi çavê we dikeve an çavê we sor dibe, canê we dixure, bêhntengî, kuxuk, pozê we tê û hun deqê carekê dipişkin, ji kerema xwe re serî li pisporekî bidin. Çimkî îhtimala we heye ku alerjiya biharê bi we re hebe. Heke erê be, divê di tavilê de hun dest bi tedawiya xwe bikin. Eman li xwe miqate bin! Şîrîntirîn demsala biharê li we neherime. (MA/FD)