Albûma nû ya Xalîdeyê derket
Di albûmê de du stran hene ku her du stran jî ji herêma Serhedê hatine berhevkirin.

Xalîdeyê albûma xwe ya nû derxist. Albûm ji du stranan pêk hatiye ku herdu ji herêma Serhedê hatine berhevkirin.
Strana yekem “Mayremê” ku navê albûmê ji heman stranê hatiye wergirtin. Ya din jî “Mencolî” ye. Xalîdeyê bi xwe her du stran berhev kirine. Çavkaniya “Maryemê”, Dîlber Demîrkapi ya “Mencolî” jî Macîn Demîrkapi ye.
Rojhat Faysal Varliyî aranjeya albûmê kiriye û Seyme Muzîkê albûm weşandiye. Him “Maryemê” him jî “Mencolî” stranên rîtmîk in û dayik di dîlan û govendan de distirên.
Xalîde kî ye?
Dengbêj Xalîde, li bajarê Amedê, navçeya Licê hatîye dinê. Piştî qedandina lîseyê li Stenbolê, Zanîngeha Yıldız Teknîkê Beşa Sosyolojî qedand. Wê stranên weke "Xewn", "Werî Yeman" û "Keleş Kîbar" straye. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.