Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Al Jazeera Turkê di 3yê Gulanê, Roja Azadiya Çapemeniyê de daxuyand ku ew ê bê girtin.
Aljazeerayê bi sernivîsa “mala we ava be ku we piştgiriya me kir” daxuyanîya xatirxwestinê weşand.
Aljazeerayê da zanîn ku herçende malpera wan Al Jazeera Turk dê bê girtin jî tevna wan a agahîstandinê dê berdewam nûçeyan ji Tirkiyeyê ji bo Al Jazeera Mediayê çêbike.
Al Jazeera
Di sala 1996ê de li Qetarê hatiye avakirin. Al Jazeera(El Cezîre) bi Zimanê Erebî girav e.
Al Jazeera Turk di sala 2010ê de hat avakirin. Armanca wê ew bû ku wek televizyonekê dest bi weşana xwe bike lê di sala 2014ê de wek malperekê dest bi weşanê kir. (ÇT/MB)