Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) û Partiya Nijadperest a Gelî(MHP) ji bo hevpeymaniya di hilbijartinan de reşbelekeka guhertina qanûnan daye meclîsê.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê(AA) di reşbeleka guhertina qanûnan de ev xal hene:
Piştî hilbijartinê dengên hevpar ên di her sindoqê de dê yek bi yek bêne eşkerekirin
Hikmê ku diyar dike partiyeka sîyasî nikare piştgiriya partiyeka sîyasî ya dî bike dê bê guhertin.
Piştî partiyan biryar da ku ew ê bi lîsteya hevpeymaniyê bikeve di hilbijartinan de, di 7 rojan de divê serokên partiyan “protokola hevpeymaniyê” îmze bikin û bidin YSKyê(Lijneya Bilind a Hilbijartinan).
Li ser kaxezên dengdanê navê ku partiyan di “protokola hevpeymaniyê” de diyar kirî dê cih bigire.(ÇT/MB)
Wêne: AA / Enqere