Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademisyenên ji Zanîngehên Harvard, Yale, Oxford, MIT û Columbiayê piştgiriya xwe ya ji bo Osman Kavalayî peyam weşandine. Kavala 10 meh in ku girtî ye û hîna îdianame ji bo wî nehatiye amadekirin.
Akademisyenan bi nivîsên ku li ser wan “10 meh in bêyî ku derxin dadgehê û bê îdianame girtî ye. Ev dad e? Em piştgiriya Osman Kavalayî dikin” hebûn, fotograf kişandine.
Akademisyenên ku piştgirî dane Kavalayî ev in:
Ji Zanîngeha MITyê ekonomist Daron Acemoğlu
Ji Zanîngeha Harvardê aborînas Dani Rodrik û dîroknasê Osmaniyan Cemal Kafadar
Ji Zanîngeha Yaleyê zanyarên siyasetê Seyla Benhabip û Ayşen Candaş.
Ji Zanîngeha Columbiayê dîroknas Elazar Balkan.
Ji Zanîngeha Oxfordê Ezgi Başaran û Kalypso Nicolaidis.
Ji Zanîngeha Stanfordê Timothy Garton Ash.
Çi bûbû?Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin. Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn. Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke "Sorosê Tirkiyeyê" bi nav kiribû. Kavala 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê hatibû girtin. Osman Kavala kî ye?Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye. Tevlî Mûrat Belgeyî di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye. Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonyayê, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstanê, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat). Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye. |
(ÇT/FD)