Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk hat girtin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku di 21ê Mijdarê de hatibû binçavkirin, îro bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hat kirin.
Tê zanîn ku Ahmet Turk di 17ê Mijdarê de ji wezîfeya xwe hatibû hildan û qayûm li şaredariyê hatibû tayînkirin. Turk di 21ê Mijdarê de ji mala xwe hatibû binçavkirin. Piştî muemeleyên li emniyetê îro destê sibehê wî sewqî dadgehê kirin.
Dadweriya Sulh Cezayê derbarê Ahmet Turk de biryara girtinê da.
Bi vî awayî hejmara hevşaredarên girtî yên DBPê derkete 41an.
(ÇT/YO)