Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ahmet Şik, Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) giliyê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) kiriye ku Bahçeliyî di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoyê de Şik kiribû hedef.
Fîkret Îlkîz, Can Atalay û Tora Pekîn, parêzerên Şikî duh (9ê Hezîranê) gilînameya xwe birine Edliyeya Anadolûyê ya Stenbolê da ku bişînin Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê.
Parêzeran gotiye ku nabe axavtina Bahçeliyî ya Şik kiriye hedef li gorî azadiya xweîfadekirinê were dîtin û ji ber çalakiyên wî yên li dijî Xalên 125, 106, 214 û 267an ên Qanûna Cezayan xwestine doza civakî lê were vekirin.
Parêzeran da gilînameyê de behsa axavtinên Bahçeliyî kirine û gotine ku ew gotin, gotinên heqaretkirinê ne û dijminahiyê di çavê civakê de li beramber çêdikin, lewre bi awayekî aşkere Şik kiriye hedef û gefa mirinê lê xwariye.
Di gilînameyê de her weha parêzeran bal kişandine ser axavtinên berê yên ku Bahçeliyî rojnameger kirine hedef û paşê êrîş li ser rojnamegan çêbûne û gotine ku ji ber wê jî divê ev axavtin li gorî azadiya xweîfadekirinê neyê dîtin.
Bahçeliyî çi gotibû?
Devlet Bahçeliyî di axavtina xwe de wiha gotibû:
“Gelo em ê li beramberî gotinên parlamenterekî TIPê ya ku gotiye ‘ev dewlet qatil e, divê em vê dewletê birûxînin, erê dewleta komara Tirkiyeyê dewleteke qatil e’ divê em çi bikin? Ma em ê parêzbendiya vî xayinî ranekin û wî rasterast radestî edaletê nekin?
“Ma hûn nabêjin, nemerdekî wiha li TBMMyê bi me re heman nefesê dide û distîne. Ev bêesilê wi dewletê re dibêje qatil, ji her cûre derfetên dewletê fêdê distîne, ji xezîneyê meaşan distîne.
“Ev sûcdarê ku ji guhnedariya HDPyiyan cesaretê digire bila bizanibe, heke Komara Tirkiyeyê qatil bûya wê îro ne li TBMMyê lê li goristanê bûya.
“Divê em li hember van ne bi tolerans bin. Em nikarin li beramberî van kesên rezîl bitehemil bin. Cihê vî cidakarî ne binê Mecîla Gaziyê lê paş deriyê hesin e ku her curê polîtîkayên desthilatê lawaz dike, her tiştê ku diranê kursiyan ê desthilatê dikişîne rewa dibîne.”
Du lêpirsînnameyên cida hatibûn amadekirin
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji ber ku di dema bernameyeke televizyona TELE1ê û yeke Medyascopê de axivîbû gotibû “dewlet qatil e” lêpirsînname ji bo Ahmet Şikî amade kiribû.” (KO/FD)