Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnamegerê desteserkirî, Ahmet Şik bi daxwaza girtinê ji bo dadgehê hat şandin.
Li gor aghiyên parêzerê Şikî, Can Atalyî dayî dozgerî gotiye “wî li meqamê min amade bikin.”
Li ser pirsa me Atalayî got, “ûsûlekê bi vî rengî nîne.”
Dozgerê Çapemeniyê yê Stenbolê, Fahrettîn Kerîm Yerlîyî îfadeya Ahmet Şikî stand.
Ahmet Şikî ji bo bersiva pirsên li ser wan tiştên li AAyê hatibûn nivîsîn gotiye ew karên rojnamegeriyê bûn.
Ahmet Şikî gotiye “hûn nikarin bi vî awayî lêpirsînê li rojnamegeriyê bikin. Min ji beriya 5 salan jî heman tişt gotibûn”
Çi bûbû?
Polîsan duhî ji bo lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Ahmet Şik li mala wî, desteser kiribû.
Mijara desteserkirina wî ji parêzerên wî re nehat gotin lê ji bo Ajansa Anadolûyê hatibû şandin.
Lêpirsîn ji ber hin Twîttên wî û nûçeyên wî yên li malpera Rojnameya Cumhuriyetê belav bûyîn hatiye vekirin.
Ew bi “propagandaya rêxistina terorî” û “şikandina rûmeta dewletê û organên medyayê” tê sûcdarkirin. (EA/MB)