Gundê Başçawîşê yê Agirîyê di bin ava Bendava Yaziciyê da mabû û bi tenê minareya mizgevta gundî li ser avê mabû. Dema ava bendavê kêm bû, gund serav bûye.
Di van salên dawîn da germahiya hewayê giha asta herî bilind, herweha ji ber ku welatî bi ava bendavê zevî û mêrgan av didin ava bendavê jî kêm dibe.
Li Agiriyê germahiya hewayê bûye 38 pile. Bilindahiya ava Bendava Yaziciyê 5 mêtre daketiye. Bi daketina asta avê va gundê Başçawîş dîsa derket holê.
(MB)
Çavkanî: Haydar Şahin | AA