Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Beriya danişîna 6em a doza rojnameya Cûmhûriyetê afîşên “Azadî ji Ahmet Şikî re” li kolanên Stenbolê hatin daliqandin ku dadgehkirin wê sibê li Silivriyê berdewam bike.
Di çarçoveya dozê de Mûrat Sabûncû Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Cûmhûriyetê, parêzer Akin Atalay Serokê Lijneya Îcrayê yê rojnameya Cûmhûriyetê, nûçegîhan Ahmet Şik û bikarhênerê medyaya civakî Ahmet Kemal Aydogdu di girtîgehê de tên girtin û tên dadgehkirin.
Danişîna herî dawî ya doza rojnameya Cûmhûriyetê 25ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê çêbibû û biryar hatibû girtin ku dadgehkirin 9ê Adarê ya 2018yê saet 10.00ê li Kampûsa Girtîgeha Silivriyê berdewam bike.
Çi bûbû?
Îdianame 156 rojan piştî ku rêveberên rojnameya Cûmhûriyetê di 5ê Çiriya Paşiyê ya 2016yê de hatin girtin, 4ê Nîsana 2017yê hat amadekirin.
Ahmet Şik 31ê Kanûna Pêşiyê û Emre Îper 19yê Nîsanê hatin girtin.
Dadgehkirin 24ê Tîrmeha 2017yê dest pê kir. Îdianame ji bo Îperî 24ê Tîrmehê şandin dadgehê.
Mûrat Înamî lêpirsîn da destpêkirin. Înam her wiha gumanbarê “Doza FETOyê” ye.
Îmzeya Înamî di bin îdianameyê de nîne, lê Mehmet Akîf Ekîncî û Yasemîn Baba Dozgera Komarî îdianame îmze kirin.
Xebatên rojnamegeriyê weke sûc hatine nîşandan di îdianameyê de û 106 nûçe weke delîl, 149 tweet, 17 rojnameger û rêveberên rojnameyan weke şahid cî girtibûn.
Dozgerî dixwaze ku ji ber sûcê “digel ku ne emdamên rêxistinê ne lê alîkarî bi rêxistinê re kirine” bên cezakirin.
Nivîskar û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê bi îdiaya “Digel ku ne endamên rêxistinên PKK/KCK û FETO/PDYyê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin sûcdarkirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Daneşîna pêşiyê ya dozê di 24ê Tîrmehê de li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Daneşîn 5 rojan berdawam kir û dadgeh biryara serbestiya Guray Oz, Musa Kart, Bulent Utku, Hakan Kara, Onder Çelik, Mustafa Kemal Gungor û Turhan Guneyî da. Murat Sabuncu, Akin Atalay, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdu hîn jî girtî ne.
Doza xebatkarê muhasebeya rojnameyê Emre Îper di 10ê Tebaxê de xistin nav doza esasî ya rojnameyê. Daneşîna bê wê di 11yê Îlonê de li Silivriyê birêve biçe. (EKN/FD)
Fotograf: Nadire Mater