Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlementerê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Abdullah Zeydanî daxuyandiye ku wî duhî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Zeydan dê 10 rojan di grevê de be.
Zeydan 4ê meha 1êê(Çiriya Paşiyê) ya 2016ê hatiye girtin. Ew digel hevserokê berê yê HDPyê, Selahattin Demirtaş li Girtîgeha Cûreyê Fyê ya Edirneyê dimîne.
Wî ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê dest bi grevê kiriye. Leyla Guven parlementera Colemêrgê ya HDPyê ye. 56 roj in ku Guven di greva birçîbûnê de ye. Guvenê ji bo tecrîd ji ser Abdullah Ocalanî rabin dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Çi bûbû?
Ji beriya 48 rojan wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê daye zanîn ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Bixwîne - "Çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?"
Guven ji 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê ve li Girtîgeha Amedê ya Cûreyê Eyê girtî ye. Wê diyar kiriye ku ew bi awayek adilane nayê dadkirin ji ber vê yekê wê dest bi greva birçîbûnê kiriye, wê dema bidawîanîna grevê diyar nekiriye û dê dora girtina grevê nede ti kesan.
Parêzera Leyla Guvenê, Reyhan Yalçindag Baydemîrê ji bianetê re piştrast kir ku ew ketiye greva bêdor û bêdem kiriye.
Bixwîne - Dadgehê daxwaza tehliyeya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê qebûl nekiriye
Leyla Guvenê li ser operasyona li Efrînê hatî kirin daxuyanî dane. Polîsan 22 Kanûna Paşiyê ew desteser kiriye û dozgerekê Amedê 31ê Kanûna Paşiyê biryara girtina wê daye.
Bixwîne - Biryara tehliyeya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê derketiye
Leyla Guven kî ye?
Siyasetmedar e. Sala 1968ê ji dayik bûye. Demekê li Almanyayê maye. Sala 1994ê li Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) di baskê jinan de kar kiriye.
Sala 2004ê di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Dîkîliya Biçûk a Edeneyê, sala 2009ê jî di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Wêranşarê hatibû hilbijartin.
Kanûna Pêşiyê ya 2009ê de di çarçoveya operasyona Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de hat girtin. Piştî 5 salan girtî ma, sala 2014ê tehliye bû. Di heman dosyayê de 6 sal û 3 meh ceza wergirtiye.
Di hilbijartina 2015ê de li Rihayê di rêza çarem de ji Partiya Demokratîk a Gelan bûbû namzet.
(AS/MB)