Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 267emîn de dewam dike.
Bixwîne- Li Emîne Şenyaşarê doz hatiye vekirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji ber ku Rêvebiriya Polîsan a Pirsûsê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşarê kiriye, ew neçûye pêş edliyeyê.
Ferît Şenyaşarê ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re, li qada weke "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê bi nav kirin dest bi nobetê kiriye.
Hatiye zanîn ku Emîne Şenyaşar bi hinceta ku heqaret li wezîfedarên dewletê kiriye ji bo îfadeyê hatiye vexwendine. Polisan, beriya niha jî 8 caran bi heman hincetî Emîne Şenyaşar ji bo îfadeyê vexwendibûn qereqolê. Piştî van îfadeyan bi îddiaya ku "heqaret" li Wezîrê Karên Hundir Suleyam Soylû û Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye doz li Emîne Şenyaşar hatibû vekirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yên medya civakî dîmenên nîqaşeke duh êvarê ku derbarê komkujiyê de di qenaleke televîzyonê de hatibû weşandin parve kiriye û gotiye: "Pêwistiya mirovbûnê ye ku mirov li cem maf û mafdar cih bigire. Di çarçoveya hiqûqa rewa de têkoşîna me ya edaletê didome. Herkes vê pirsê dike; Riha bajarê Tirkiyeyê ye?"
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(AY)