8ê Adarê: Metroya Stenbolê piştî saet 14.00ê wê nexebite
Metro İstanbul ragihand ku xeta M2yê ya Yenîkapi-Haciosman, deriyê Kolana Îstîklalê yê îstasyonên Şîşhaneyê û xeta F1ê ya Taksim-Kabataşê wê girtîbe.

Metro İstanbul ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) aşkere kir ku ji ber 8ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî wê hin xetên metroyê girtî bin.
Metro İstanbulê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye:
“Li gorî biryara Walîtiya Stenbolê, 8ê Adarê roja Înê ji saet 14.00ê û pê de heta agahdarkirineke din wê îstasyona Taksîmê ya xeta ya Metroyê ya M2yê ya di navbera Yenîkapi-Haciosmanê de, deriyê Kolana Îstîklalê ya ya xeta Funîkulêrê ya F1ê ya Taksîm-Kabataşê wê girtî be.
“Wesayetên me wê li îstasyona Taksîmê nesekinin û berdewam bikin.” (TY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.