Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
82 saziyên jinan û nêzîkî 700 jinî derbarê dijminatiya li dijî koçberan û nîjadperestiyê, daxuyaniyeke hevbeş weşandiye.
Jinan di daxuyaniya xwe de gotiye, “Em ne piştgirin ji nîjadperestî, cidakarî, dijminatiya koçberan û nefreta tê har kirinê lê piştgirên koçberan e.”
Her weha diyar kiriye ku di çend hefteyên dawî de li Tirkiyeyê li dijî penaberan êrîşên nîjadperestî û cidakar, gefên li wan tên xwarin gelekî zede bûne:
“Bi mesajên li ser medyaya civakî tên weşandin yên ku dem û cihên wan nehatine piştrastkirin, bi vîdeoyên serî û binê wan nediyar, nefretkirin tê gûrkirin û rewş vediguheze û îdiayên derbarê sûcên şexsan de dikin amrazeke hedefnîşandana hemû penaberan.
“Penaberên ku niha li dijî gelek zehmetiyan têdikoşin, îradeyên wan nayên qebûlkirin, desthilata siyasî her dema guftûgoyan bi Yekîtiya Ewropayê re dike wan ji bo destê xwe xurt bike bikar tîne jî di nav de, statuya wan çi dibe ferq nake, ev rewş jiyana hemû koçberan dixe nava çerxeke cidakariyê û tundkariyê ku nikarin ji navê derkevin.
“Di vê rewşa tarî de; esnafên siyasetê yên dijminatiya koçberan, nîjadperestî, nefretkirin ji xwe re weke rêgez pejirandine, dijminatiya wan a li dijî jinan û LGBTI+yan hatiye pesendkirin, ‘endîşeyên derbarê ewlehiya jinan’ derdixin pêş û dixwazin ji nîjadperestiya xwe re bingeheke rewa ava bikin.
“Dema koçber û penaberan dikin hedef, bi vê re ew hersa li beramberî pirsgirêkên sosyo-ekonomîk ên heyî yên di nava civakê de zêde bûye, ber bi cihekî din ve diherike û ser berpirsiyariya desthilata siyasî digire.
“Koçkirin mafekî mirovan e. Berpirsiyarên esasî yên şeran, wêrankirinan, qetlîamên ji bo xeyalên emperyalîst pêk tên, tundkariya mêran, bêkarî, krîza ekonomîk tên veşartin, koçberên bi zorê ji vê rewşa ku di encama van polîtîkayan de derketine hole xwe rizgar dikin, nabe weke dijmin bên nîşandan.”
Saziyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
Platforma Jinan a Edeneyê – Yekîtiya Jinên Koçber a Almanyayê – Piştgiriya Jinan a Antakyayê - Antalya Feminist Kolektif – Komeleya Piştgiriyê û Navenda Piştevaniya Jinan a Antalyayê- Jinên Antî Kapîtalîst - Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê - BEKEV - Meclisa Jinan a BEKSAVê- Komeleya Piştevaniya Jinan a Bornovayê- Platforma Jinan a Bursayê- Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Komîsyona Jinan û Lêkolînên Zayendî - Meclîsa Jinan a DAByê- Meclîsa Jinan a DBPyê - Komeleya Keda Jinan a Defneyê - Demokrasî Ji bo Hiqûqnasan - Tevgera Jinên Demokratîk - Komeleya Piştevaniya Jinê ya Dersimê Yenîgûn - Meclîsa Jinan a Yekîtiya Elewiyên Şoreşger - Komîsyona Jinan a Yekîtiya Metal-Îşê ya DÎSKê - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê – Ekmek ve Gül - Jinên Partiya Kedê - Komeleya Piştevaniya Jinan a Esenyaliyê - Platforma Jinên Demokratîk a Eskîşehîrê- Piştevaniya Jinan a Eskîşehîrê - FeminAmfi - Tevgera Azadiya Femînîstan - Vesvese Femînîst - feministvesvese.com - Înîsiyatîfa Jinên Aştiyê ya Foçayê - Platforma Jinên Dîlokê - Yekîtiya Jinên Koçber a Göppingenê - Navenda Yekîtiya Jinên Koçber - Navenda Civaka Jinan a Frankfûrtê- Mala Komeleya Jinan a Gûlsuyuyê- Meclîsa Jinan a HDKyê- Meclîsên Jinan ên HDPyê - Îmece Sendîkaya Kedkarên Malê - Enstîtuya Femînîstan a Stenbolê - Platforma Jinan a Îzmîrê - Hevgirtina Jinan - Kedkarên Jin - Meclîsên Jinan - Tora Parastina Jinan Komeleya Demê ya Jinan - Mafê Mirovan a Jinan Komeleya Çareseriyên Nû - Jin bi hev re bi hêz in - Jin di nava berxwedanê de ne - Azadiya jinan - Komeleya Şêwirmendî û Piştevaniya Jinan ya Katre - Meclîsa Jinan a KESKyê - Hevgirtina Jinan a Kirkyamayê- Komeleya Piştevaniya Ekmek ve Gülê ya Kocaeliyê - Platforma Jinan a Kocaeliyê - Komeleya Lêkolînên Jinan ya Ekmek ve Gülê ya Zanîngeha Kocaeliyê - Komeleya Jinan a Kozayê - Jinên Maltepeyê - Platforma Jinan a Mêrdînê Migrantinnenverein Karlsruhe e.V. - Piştevaniya Purpleyê - Şopandina Binevşî – Lavlavka Binevşî- Komîsyona Jinan a OHDyê - Komeleya Hiqûqnasan Komîsyona Jinan a Azadiyê - Puduhepa e. V Înîsiyatîfa Jinan ya Piştevaniyê - Komeleya Jinan ya Rosayê - Tevgera Jinên Sosyalîst - Meclîsên Jinên Sosyalîst - Komeleya Jinên Star - TJA- Tevgera Jinên Azad - TMMOB Stenbol - Komîsyona Jinan a ÎKKyê - Jin di Hiqûqa Civakî de - Şaxa Jinan a TTByê - Yekîtiya Rojnamegerên Tirkiyeyê Komîsyona Jin û LGBTI+yan - Jinên Partiya Karkerên Tirkiyeyê - Komeleya Piştevaniya Jinên Koçber a Navneteweyî - Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bijîn - Jinên Demokrat ên Nû - Cîhana Jinan ya Nû - Meclîsa Jinan ya Çep a Kesk - Foruma Jinên Yogûrtçiyê.
(RT/FD)