Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Zanyarên Rêxistina Meteorolojiya Cîhanî (WMO) diyar kirin ku him liv û tevgera mirovan him jî fetla îqlimê yên weke El Ninoyê rêjeya karbondîoksîtê derxistiye wê radeyê ku 800 hezar sal in nehatiye dîtin.
Zanyaran gotin ku ji ber rêjeya karbondîoksîtê bilez zêde dibe zehmet e bigihêjin hedefa pêşîlêgirtina germbûna kureyî.
Ji bo raporê ji 51 welatan dane hatine komkirin. Di vê raporê de lêkolîn li ser wî tiştî hatiye kirin ku herî zêde li kîjan herêman karbondîoksît, metan û nîtrîk asît belav dibin ku dibin sedema germbûna kureyî.
Di sala 2016yê de siftbûna belavbûna karbondîoksîtê di nava milyonek pirtikan de gihişte asta 403,3yê. Ev rêje di sala 2015yê de li derdora 400î bû.
Oksana Tarasova Seroka Programa Şopandina Atmosfêr a Kurewî ya WMOyê destnîşan kir ku zêdebûna vî tiştî di 30 salên dawiyê de derketiye asta herî bilind.
Li gorî nûçeya BBCyê Tarasovayê gotiye: “Zêdebûna herî mezin a beriya niha di navbera salên 1997 û 1998ê de di dema pêla El Nînoyê de di asta 2.7 ppmyê de hatibû dîtin. Em îro behsa 3.3 ppmyê dikin.
El Nîno dibe sedema ziwahiyê û rêjeya karbondîoksîtê ya li atmosferê zêde dike. (PT/FD)
Çavkanî: BBC