77em Festîvala Fîlman a Venedîkê destpêkiriye

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Îtalyayê 77em Festîvala Fîlman a Venedîkê ya Navneteweyî bi nîşandana fîlma “Laccî” ya Danîele Luchettî, derhênerê îtalî destpêkiriye.
Festîval di çarçoveya tedbîrên li dijî Covîd-19ê de îsal jî weke salên berê li nîvgrava Lîdoya Venedîkê pêktê.
Festîval, bi nîşandana fîlma bi navê “Laccî” ya Danîele Luchettî, derhênerê îtalî û bi derbasbûna Luîgo Lo Cascio û Laura Morante, lîstikvanên sereke ê fîlmê û Cate Blanchett, derhêner û aktrîsta Awisturyayî Serokê Jûriya Festîvalê li ser xalîçeya sor a kevneşop destpêkiriye.
Di şeva destpêkirina festîvalê de lîstikvan Tîlda Swîntonê Xelata Taybet a Şêrê Zêrîn a di beşa serkeftina heta hetayî de ji destê Cate Blanchettê girtiye.
77em Festîvala Fîlman a Venedîkê di roja şemiya 12ê Îlonê bi dayîna xelata mezin a “Şêrê Zêrîn” wê bi dawî bibe. (AÖ/AY/FD)