Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hiqûqnas ji bo bikaribin biçin Girava Îmraliyê û li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinê bi Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konarî re bikin, civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Civîn li avahiya Komeya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya li Beyoglûya Stenbolê pêk hatiye. Yek ji kesên ji Îtalyayê daxwazname îmze kiriye Fabia Marcelly, Alîkarî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan a Cîhanî û Demokrasiyê ya Ewropayê (ELDH) Thomas Schmidt, parêzerên Biroya Hiqûqê ya Sedsalê beşdarî civînê bûne.
Li gorî nûçeya Mayê, ji 29 baroyên cida 775 parêzeran di navbera 10 û 17ê Hezîranê de ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarî ya Bûrsayê dabûn. Paşê jî ji 22 welatan 350 parêzeran di 14ê Îlonê de, ji herêmên cida yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên cida yên Sûriyeyê 691 parêzeran jî di 19ê Îlonê de bi heman rengî serî lê dabûn.
"Tecrîda di nava tecrîdê de"
Hevseroka Giştî ya OHDyê Îlknûr Alcanê diyar kiriye ku li Îmraliyê tecrîta teqez tê sepandin û ji bilî çend caran, ji sala 2011ê û vir ve hevdîtin bi malbat û parêzeran re nehatiye kirin:
"Em êdî tecrîda li ser hatiye ferzkirin weke tecrîdê nabînin, weke tecrîda di nava tecrîdê de, yanî tecrîda teqez dinirxînin. Girtiyên li Girava Îmraliyê tên girtin, ji ti mafî sûd wernagirin. Ji bo hevdîtinê 2 hezar parêzeran serî li Wezareta Dadê da, lê hê bersiv nehatiye dayîn."
Alcanê destnîşan kiriye ku Biroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li OHDyê daye û ji wan xwestiye ku bikevin nava hewldanên hiqûqû, wan jî serî li Wezareta Dadê daye lê heta niha bersiv nehatiye dayîn.
Yek ji parêzerên Biroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmezî jî gotiye, "Bifikirin ku di sîstema Konseya Ewropayê de girtîgehek heye û parêzer ji 27ê Tîrmeha 2011an û vir ve bi ti awayî nikarin biçin vê girtîgehê. Wek îstîsna di sala 2009an de bi 5 parêzeran hevdîtin pêk hat. Îro ti parêzerek nikare bi birêz Abdullah Ocalanî û girtiyên din re hevdîtinan bikin. Bi gelemperî girtî dikarin di pergala Ewropayê de û li gelek deverên cîhanê telefonê bikin, lê ya dawî di Adara 2021an de pêk hat. Îro ne mimkûn e ku girtîgeheke bi vî rengî li London û Parîsê hebe. Lê ev girtîgeh li Îmraliyê heye. Hemû saziyên hiqûqî yên Ewropayê mixabin çavên xwe ji vê bêhiqûqiya mezin re digirin. Ya herî xemgîn ji bo me ev e ku ev bêhiqûqî nayê dîtin."
Nameya ji Wezaretê re şandine
Alîkarê Sekreterê Giştî yê ELDHyê Thomas Schmidtî nameya ku ji Wezareta Dadê re şandine xwendiye:
"Birêz Wezîr, ji bo Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê girtî ne, bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ji 7ê Tebaxa 2019an û vir ve destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ji sala 2015an ve ku sewqî Girava Îmraliyê hatin kirin heta niha carekê jî destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Li Girtîgeha Îmraliyê ji 15ê Sibata 1999an û vir ve tecrîdeke taybet û cihêkar tê meşandin. Qedexeya li ser parêzeran ji 27ê Tîrmeha 2011an heta 2ê Gulana 2019an 8 salan bênavber berdewam kir. Di sala 2019an de 5 hevdîtina parêzeran pêk hat û piştî şêwirmendiya herî dawî ya parêzeran a di 7ê Tebaxa 2019an de qedexeya bênavber dîsa dest pê kir. Em dibin şahidê fikarên malbat û hevpîşeyên me ku ji hevdîtina telefonê ya dawî ya 25ê Adara 2021an û vir ve agahî jê nayê girtin. Weke parêzerên ku geşedanên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin, em jî bandorên siyasî û civakî yên vê rewşê dizanin."
Di nameyê de daxwaza hevdîtinê hatiye kirin û xwestiye ku destûr bê dayîn. (AS/FD)