Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di raporên bijîşkan de hatibû diyarkirin ku 15ê Sibatê li Wanê îşkence li sê zarokan hatiye kirin li ser vê yekê Baroya Wanê doz li Emniyetê vekiribû.
Bıxwine - "Ji xwe divîya zarok ji bo navenda polîsan nehatiyan birin"
Midûriya Giştî ya Emniyetê ji ber vekirina dozê, doz li Baroya Wanê vekiriye, li ser vê yekê 67 baroyan piştgiriya baroya Wanê kiriye.
Parêzeran karê xwe kiriye
Baroyan diyar kiriye ku Baroya Wanê karê xwe kiriye. Karê parêzeran parastina mafên mirovan e û parêzerên girêdayî Baroya Wanê mafên mirovan parastine.
Baroyên van bajaran piştgirî kiriye:
Edene , Adıyaman , Afyonkarahisar , Agirî , Amasya , Enqere , Antalya , Artvin , Aydın , Balıkesir , Bartın , Êlih , Bilecik ,Bingol , Bedlîs , Bolu , Burdur , Bursa , Çanakkale , Çorum , Denizli , Amed , Düzce , Elazığ , Erzincan , Erzirom , Eskişehir , Dîlok , Giresun , Gümüşhane-Bayburt , Colemêrg , Hatay , Îdir , Isparta , Stenbol , İzmir , Kahramanmaraş , Kars-Ardahan , Kastamonu , Kayseri , Kırklareli , Kırıkkale , Kocaeli , Konya , Kütahya , Malatya , Manisa , Mêrdin , Mersin , Muğla , Mûş , Ordu , Rize , Sakarya , Samsun , Sêrt , Sinop , Rûha , Şirnex , Tekirdağ , Tokat , Trabzon , Tunceli , Uşak, Yalova , Zonguldak .
Çi bûbû?
Li Wanê îşkence û pêkanînên nebaş li zarokan kirine ku 16ê Sibatê hatine desteserkirin û li Midûriyeta Zarokan a Emniyeta Wanê hatine girtin. Îşkenceya li ser zarokan hatiye raporkirin û Baroya Wanê ji bo vî tiştî giliyê failan li gel dozgeriyê kiriye.
Li gorî daxuyaniya baroya Wanê, Serok û rêveberên Baroyê, serok û endamên Komisyona Mafên Mirovan û ya Mafên Zarokan a Baroyê bi hev re çûne li Midûriyeta Zarokan, zarok dîtine. Hatiye diyarkirin ku sê zarokên desteserkirî beriya radestî Midûriyeta Zarokan bê kirin rastî îşkenceyê hatine û ev tişt di raporên doktoran de jî hatiye nivîsandin.
Di daxuyaniya Baroya Wanê de wiha hatiye gotin:
“Hevdîtin li gel wan zarokan hatiye kirin ku gotine ew rastî îşkence û pêkanînên xirab hatine. Çavdêrî li wî tiştî hatiye kirin ku zarok bi awayekî tirsnak birîndar bûne, rastî îşkence û pêkanînên xirab hatine. Piştî zabitname hatine nivîsandin, ji bo lêpirsînê veke serî li Serdozgeriya Komarî ya Wanê hatiye dayîn.
(AO/MB)