6 xwendekar ji ber bîranîna Qetlîma Pirsûsê hatine girtin
Buroya Hiqûqê ya Bindestan diyar kiriye ku muwekîlên wan di dema desteserkirinê de rastî îşkenceyê hatine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Pirsûsê, navçeya Rihayê di 20ê Tîrmeha 2015an de 33 kes miribûn û ji sedî zêdetir kes jî birîndar bûbû. Duh (17'ê Tîrmehê) 9 xwendekarên zanîngehê ji bo 8emîn salvegera Qetlîama Pirsûsê xwestine banga bîranînê bikin û hatine desteserkirin. Ji wan 6 xwendekar hatine girtin.
Buroya Hiqûqê ya Bindestan aşkere kiriye ku biryara girtinê bi dirûşmeyên "Ji Pirsûsê re edalet, ji bo her kesî edalet" hatiye pêşwazîkirin û diyar kiriye ku muwekîlên wan di dema desteserkirinê de rastî îşkenceyê hatine.
Navêm xwendekarên zanîngehê yên hatine girtin wiha ne: Gamze Toprak, Berkan Deveci, Merve Yeşîlyurt, Yasemîn Ebru Gürsoy, Alî Taha Saribiyik û Ayşe Belîz Înce.(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.