Fotograf: Evrensel
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
6 welatên Yekîtiya Ewropayê (YA) nameyeke hevbeş ji Komîsyona Ewropayê (KE) re şandiye û tê de gotiye ku ew dixwazin pebarên Afganistanî yên doza penaxwaziya wan qebûl nebûye, bi şûn de bişînin.
Wezareta Koçberiyê ya Afganistanê, di 8ê Tîrmeha 2021an de ji Komîsyona YEyê re nameyek şandibû. Wezaretê di nameyê de gotibû, wê ji bo 3 mehan qebûl nekin ku penaberên Afganistanî yên doza penaxwaziya wan nehatiye qebûlkirin û ji ber vê sebebê bi şûn de werin şandin.
Wezaretên Koçberiyê û Karûbarên Nawxeyî yên Hollanda, Awistirya, Almanya, Belçîka, Danîmarka û Yewnanistanê welatên ku name nivîsandine. Van 6 welatan gotiye, Afganistan welatê duyem e ku di sala 2020an de welatiyên wê doza penaxwaziyê li welatên YEyê kiriye.
Welatan destnîşan kiriye ku nêzîkî 4,6 milyon Afganistanî ji warên xwe koçber bûne û ji Komîsyona YEyê xwestine ku di mijara penaberan de hevkariyê bi Afganistan û welatên derdora wê re bikin.
Di nameyê de behsa wê deklarasyonê kirine ku di 28ê Nîsana 2021an de YE û hikûmeta Afganistanê îmze kiriye û gotine pêvajoya bi şûn de şandine, nabe yek alî were betalkirin û divê biryareke hevbeş were dayîn.
Komîsyona YEyê: Biryar a welatan e
Adelbert Jahnz, yek ji berdevkên Komîsyona YEyê di civîna xwe ya rojane de gotiye ku ya ku wê biryarê bide ne YE ye lê welatên endam in û her welat wê bi serê xwe biryarê bide.
Hannah Neumann, endama Partiya Keskan a Parlamentoya Ewropayê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Almanyayê çima ev nameya şermê îmze kiriye?”
Gerald Knaus, avakarê navenda lêkolînê ya bi navê Euroean Stability Initiativeyê jî li ser hesabê xwe wiha nivîsiye: “Dokumena polîtikaya karûbarên derve ya di pirtûkên dîrokê de wê cih bigire û herî zêde jê şerm bê kirin.”
Komeleya Vluchtelingenwerk nederlandê ya Hollandî jî biryara hikûmeta Hollandayê rexne kiriye. (KÖ/FD)