Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş di qonaxa ku karê rojnamegeriyê dikir de bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin.
7emîn danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaşê li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.
Hevşaredar Sofya Alagaş beşdarî danişînê nebû lêbelê parêzerên wê Resûl Tamur û Pîrozhan Karalî Guler li danişînê amade bûn.
Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê, hevşaredarên navçe û bajarokên Sêrtê, MKG, DFG, MLSA, rêxistinên bajar û navçeyan ên DBP û DEM Partiyê yên Amed û Sêrtê, Baroya Amedê, Serokê Baroya Sêrtê Muhammet Alptekîn, Konsolosxaneya Almanyayê, parlamenterên DEM Partiyê jî tev li danişînê bûn.
Pêş ku danişîn pêk were gelek polîs li ber edliyeyê hatin bicihkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dadgehê piştî parastinan, bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Sofya Alagaşê birî.