Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya DEVA, Partiya Demokrat, Partiya Gelecek, IYI Partî û Partiya Saadetê pêşniyarên xwe yên ji bo guhertina Destûra Bingehîn, aşkere kirine. 6 partiyan navê projeya xwe kiriye, "Derbasbûna Sîstema Parlamenteriya Xurtkirî."
Ji bo aşkerekirina pêşniyaran li Otela Bîlkentê ya Enqereyê, civîneke çapemeniyê hatiye lidarxistin. Kemal Kiliçdaroglû, Alî Babacan, Gultekîn Ûysal, Ahmet Davûtoglû, Meral Akşener û Temel Karamollaoglû beşdarî civînê bûne.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Mûharrem Erkek, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Mûstafa Yeneroglû, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat Serhan Yucel, Alîkara Seroka Giştî ya Partiya Gelecekê Serap Yazici, Sekreterê Giştî yê IYI Partiyê Ûgûr Poyraz û Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Bulent Kaya xalên ku hatine amadekirin aşkere kirine. Endamên komîsyonê yên ku projeyase amade kiriye, wê di rojên pêş de serdana saziyên medyayê, baro, saziyên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî, karsaz, sendîka, rêxistinên jin û ciwanan bikin.
Projeyase ji 84 xalan pêk hatiye û tê de girîngî dane ser cudakirina saziyên yasedanîn, hikûmet û darazê. Li gorî hedefa 6 partiyan, di sîstema nû de wê yasedanîn bibandor û beşdar, hikûmet biîstîkrar, zelal û bikaribe hesab bide û daraz jî serbixwe û bêalî be.
Xalên ku derketine pêş ev in:
Serdema serokomariya partîgir wê bidawî bibe
"Gel wê serokomarî ji bo 7 salan hilbijêre û bi hilbijartinê re wê têkiliya wî/wê û partiya wî/wê bidawî bibe. Dema erka serokomarî/ê bidawî bibe wê nikaribe erkeke din a siyasî ya di encama hilbijartinê de tê wergirtin, hilgire. Serokê/a Parlamentoyê wê wekîlê Serokomarî/ê be. Erka vetokirinê ya Serokomarî/ê ya di ser yaseyan re ye wê bidawî bibe û mafê bişûnde şandinê wê bidine wî/wê.
Karê esasî yê dewletê: Parastina rûmeta mirovan e
"Gotina "Kes nikare dest bide rûmeta mirovan û ev bingeha sîstema Destûra Bingehîn e" wê bixin nava xala yekem a Destûra Bingehîn a ku behsa mafên bingehîn dike.
Cara pêşiyê wê mafên ajalan di nava Destûrê de cih bigire
"Di xala 56an a Destûra Bingehîn de wê guhertin bê kirin û mafê tenduristiyê û mafê hawirdorê ji nû ve were sererastkiri, mafên ajalan cara pêşiyê ye wê di Destûra Bingehîn de cih bigire."
Kesên tundkarî li jinan kiribe wê nebin parlamenter
"Ger hatibe efûkirin jî, kesên ji ber sûcên mîna êrîşa zayendî, îstîsmara zayendî ya li zarokan hatiye kirin, bi zanebûn jin birîndar kiribin û ji bo birîndarkirin pêk bê tevlihevî derxistibin û ji ber sûcekî ji van hatibin cezakirin, wê nikaribin bibin parlamenter.
KHKyên Rewşa Awarte wê bên rakirin
"KHKyên (Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de" yên di dema Rewşa Awarte de hatine derxistin wê betal bibin. Tedbîrên Derbarê Rewşa Awarte de wê bi Qanûna Rewşa Awarte bên diyarkirin û rêya dozvekirinê ya Qanûna Rewşa Awarte û çalakî û karûbarên fermî yên ji ber vê qanûnê pêk tên, wê neyê girtin.
"Di Destûra Bingehîn de bi zelalî hatiye diyarkirin ku ji bo Tirkiye peymaneke navnetewî betal bike, divê Parlamento biryarê bide."
(AÖ/FD)