Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê (MA)
6 rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Jinan a Rosayê ku duh hatibûn desteserkirin, piştî derketine dadgehê, hatine girtin.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsînnameyek dabû destpêkirin û polîsan li gorî vê lêpirsînnameyê li Amedê bi ser malên rêveberên HDP, DBP û Komeleya Jinan a Rosayê de girtibûn.
Bixwîne - Li Amedê rêveberên HDP, DBP û Komeleya Jinan a Rosayê hatine desteserkirin
Endamê Meclîsa Partiyê yê HDPyê Eşref Mamedoglû, Endamê Meclîsa Partiyê yê DBPyê Ramazan Dengîz, endama Komeleya Jinan a Rosayê Gulîstan Nazlier û Sûzan Îşbîlen, rêveberê HDPê yê berê Hasan Kale, Serokê Şaxa Hejmar 1ê yê Genel-Îşê Hasan Hayrî Eroglû, hevşaredarê berê yê Şaredariya Rezanê Eşref Guler hatibûn desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, kesên navborî duh di saetên êvarê de derxistine ber heyeta Dadgeha Ceza û Sulhê ya Amedê. Dadgehê bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” biryara girtina Mamedoğlu, Dengîz, Nazlier, Kale û Eroglûyî daye.
Sûzan Îşbîlen, endama Komeleya Jinan a Rosayê ji ber bi nexweşiya KOAHê ye bi şertê kontrola edlî serbest maye. (FD)