Li navçeya Bazîda Agiriyê duh bi şev polîsan di dema dawetê de bi ser salona dawetê de girtin.
Di serdegirtinê de xwediyê salonê Alî Boran, muzîsyen Şenol Aktar û birayê wî Onûr Aktar û kameraman Abdûllah Kebûde hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên hatin desteserkirin piştî îfadeyên wan ên li Emniyetê serbest bûn.
Li navçeyê di saetên serê sibê de jî bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtina malan de Gokhan Rizaoglû, Seyyît Îbrahîm Yardimci, Okan Sekîrden û 2 welatiyên navên wan nehatin zanîn û ji Stenbolê jî Mûtlûcan Sekîrden bi komî 6 kes hatin desteserkirin.
Kesên hatine desteserkirin ji ber ku beriya du hefteyan bi cilên herêmî tev li dawetekê bûne û li ber stranan govend gerandine bi “propagandaya rêxistinê” hatin sûcdarkirin.