5 meh ceza li rojnameger Osman Akinî hatiye birîn
Bi îdiaya ku “rêxistina leşker û polîsan a dewletê biçûk xistiye” 5 meh cezayê girtîgehê li Osman Akin, Midurê Karûbarên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê hatiye birîn.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Osman Akin, Midurê Karûbarên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê cara duyem e ku derketiye pêşberî heyeta dadgehê. Bi îdiaya ku di nûçeyekê de “rêxistina leşker û polîsan a dewletê biçûk xistiye" li 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatiye dadgehkirin. Akinê beşdarî dadgehkirinê nebûye. Parêzerê wî Ozcan Kiliç di danişînê de amade bûye.
Parêzer Ozcan Kiliç parastina miwekîlê xwe Osman Akinî kiriye û xwestiye ku biryara beratê bê dayîn.
Pişt re dadgehê biryara xwe eşkere kiriye û bi heman îdiayê 5 meh cezayê girtîgehê li Akinî biriye. Dadgehê aşkerekirina biryarê taloq kiriye. (HA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.