Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Festîvala Fîlm û Çanda Kurd a New Yorkê îsal cara çareme pêk tê û wê di festîvalê de girîngiyê bidin mijara yekîtiya neteweyî û aşitîyê. Festîval îsal dê ji ber pandemiyê wek onlîne di 13-15ê Çiriya Paşîn de pêk were.
Cil û bergên Kurdî wê bên pêşandan
Di mihrîcanê de 40 fîlmên werin nîşandan û panelên pêk werin. Her wiha cil û bergên Kurdî jî yê werin pêşandan.
Li gor nûçeya Metîn Yoksu ji Ajansa Mezopotamyayê, mihrîcanê bi fîlma “Ah Asuman” a ku ji hêla Umît Kivanç ve ji çîrokên Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahettîn Demîrtaş hatiye berhevkirin û kişandin wê destpê bike.
Di mihrîcana ku bi mijara “Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û Aşitî” tê sazkirin û îsal diyariyê Demîrtaş tê kirin de fîlma ku Ajansa Mezopotamyayê çêkiriye ya bi nave “Siya Avê” jî cara yekemîn bi jêrenivîsa Îngilizî dê were nîşandan.
Di mîhrîcanê de, ku dê derhênerên wekî Sahîm Omar Kalîfa, Lukman Ahmad, Numan Yîgît û Hebun Polat yê beşdar bibin, dê xêzên Azad Jannatî û xebata hunermend Mîrza Metîn a bi navê "Berxwedana Kurd û Dramaturîjiya Agirî" werin pêşandan.
Wê hevpeyvîn jî çêbibe
Di mîhrîcanê de hin axaftinên jî pêk werin
Wekî din, dê xebata ku ji hêla hunermend Hîvron Turanlı ve ji mîhrîcanê re hatî bexşandin were firotin û 3 hezar dolarên pêşîn ên dahatê dê ji Heyva Sor a Kurdistanê re bê bexşandin.
Avakar û koordînatorê mîhrîcanê Xeyal Qertel, dê derbarê temaşekirina fîlman û bernameyê de hûrgiliyan di demeke nêz de yê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve bike.
Qertel, derbarê diyarkirina mîhrîcanê ya ji bo Demîrtaş de wiha gotiye “Me xwest ku en balê bikişînin ser girtiyên polîtîk û me xwest em wê bi nêrîna xwe nîşanê dinyayê bidin. Ji bo ravekirina rewşa girtiyên polîtîk Demîrtaş navekî sembol e. Ji ber vê yekê em mîhrîcanê bi fîlmeke ku ji çîrokên wî hatine berhevkirin û kişandinn didin destpêkirin.”(SO/AY/AY)