Fotograf: Ali Aktaş
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berxwedana Akademîsyenên Zanîngeha Bogaziçiyê di roja 326an de dewam dike. Piştî ku Serokkomar Recep Tayîp Erdoganî ji bo Zanîngeha Bogaziçiyê rektor tayîn kir, akademîsyenan bi daxwaza “zanîngeha xweser” û “demokratîk” ji bo li ber xwe bidin, dest bi çalakiyê kiribû.
Ji 2yê Kanûna Paşiyê û vir ve akademîsyen li ber xwe didin. Akademîsyenan di 47an de cara 219an pişta xwe dane avahîya rektoriyê.
Akademîsyenan di dema nobetê de, pankartên ku li ser wan “Em qebûl nakin” “Em dev jê bernadin”, tevlî fotografê Can Candanî yê bi nivîsa “Can Canan ne bi tenê ye” hilgirtine.
Akademîsyenan bibîr xistiye ku Nacî Încî beriya niha bi 94 rojan û bi rê û rêbazeke ne zelal, weke rektor tayîn bûye û di vê pêvajoyê de îradeya saziyê bi tiştekî nehatiye hesibandin.
Akademîsyenan her weha diyar kiriye ku 129 roj in dersdarê beşa Ziman û Wêjeya Rojavayî, Can Candan ji kar derxistine û bi fermana Înciyî 46 roj in jî nahêlin bikeve nava kampusê. (RT/DD/FD)
*Dara Demiralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye