Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Penaberan daneyên nû yên jimara penaberên weşandiye. Li gor 10ê Çiriya Pêşiyê, hejmara Sûriyeyîyên qeydkirî 8 hezar û 529 kes zêde bûye û bi tevahî bûye 3 mîlyon û 674 hezar û 588 kes.
1 mîlyon 991 hezar 638 kesên qeydkirî mêr in û 1 mîlyon 682 hezar 950 jî jin in. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji sedî 98.29ê li bajaran dijîn. Li hin bajaran rê li penaberan hatiye girtin.
Di temenê 0-18 de 1 mîlyon 719 hezar 533 kesên ji Sûriyeyê hene
Li gorî tabloyê di temenê 0-18 de 1 mîlyon û 719 hezar û 533 Sûrîyeyî hene. Hejmara Siryaniyên di navbera 0-18 salîyê de li gorî meha borî 7 hezar û 716 kes zêde bûye. Hejmara Sûriyeyîyên ji 10 salîyê biçûktir bûye 1 milyon û 58 hezar û 844 kes. Bi gotineka din, ji sedî 28.81 ê penaberên ji Sûriyeyê ji 10 salîyê biçûktir in.
Hejmara giştî ya jin û mêrên di navbera 0-18 salîyê de 2 mîlyon û 581 hezar û 175 e. Ev hejmar ji sedî 70.24 ê tevahiya Sûriyeyîyan pêk tîne.
Di temenê 15-24ê de, 829 hezar û 664 kes hene ku wekî nifûsa ciwan têne pênasekirin. Rêjeya nifûsa ciwanên Sûrîyeyî ji sedî 22.57ê nifûsa giştî ye.
Rêjeya nifûsa ciwan ya Tirkiyê ji sedî 15.8 e. Li gor tabloya temenî, rêjeya temenê xelkê Sûriyeyê 22.13 e.
Li Tirkiyeyê sala 2018ê ev rêje 31.7 bûye.
Wezîrê karên navxweyî Sûleyman Soylûyî 19ê Îlonê eşkere kiribû ku jimara xelkê Sûriyeyê yên li welatê xwe vegeriyayîn 450 hezar bûye.
Mafê welatîbûnê ji bo 92 hezar û 280 kesan hatiye dayin. 450 hezar zarokên ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê hatine dinê
(RT/MB)