40 kesên ku ji ber êrişên nijadperest hatibûn desteserkirin, birine edliyeyê
40 kesên ku li Merama Konyayê êrişî malbateke Kurd kiribûn piştî îfadeyên wan yên li emnîyetê birine edlîye yê.

Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li navçeya Meramê ya Konyayê, komeke ku ji 60 kesî pêk hat êrişî malbeteke ji Amedê kiribûn. Di encama êrişê de ji endamên malbatê Hakîm Dal(43) hatibû kuştin û ji Koma nîjadperest a 60 kesî jê 40 hatibûn desteserkirin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê Abdûrrahman Karabûlût, parêzerê malbata Dalî diyar kiriye ku kesên nû hatine desteserkirin hene û derbarê wan de lêpirsîn dewam dike.
Piştî îfadeyên li emnîyetê kesên desteserkirî birine Edliyeya Konyayê.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.