Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê bi armanca nerazîbûna xwe li dijî girtina du hevalên xwe nîşan bidin, di 7ê Çiriya Pêşiyê de çalaki li dar xistibûn. Di dema çalakiyê de 14 xwendekar hatibûn desteserkirin. Her weha herdu xwendekar li ser gilîkirina Nacî Încî, rektore tayînkirî hatibûn girtin.
10 xwendekarên ku hatibûn desteserkirin duh di saetên êvarê de piştî kontrola tendurîstiyê serbest mabûn.
4 xwendekar jî piştî îfadeyên li emniyete duh birin edliyeyê.
Dozgerî her çar xwendekar jî bi daxwaza girtinê şandiye dadgehê. Dadgeha nobedar derketina derveyî welat li xwendekaran qedexe kiriye û bi şertê kontrola edlî ew berdane.
Çi bûbû?
Nacî Încî di 2ê Tebaxê de weke rektor ji bo Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû wezîfedarkirin. Xwendekaran li Kampûsa Başûr a zanîngehê Nacî Înciyî protesto kiribû. Piştî gilîkirina Înciyî di 5ê Çiriya Pêşiyê de 10 xwendekar hatin desteserkirin.
Ji xwendekarên ku hatibûn desteserkirin jê 3 di heman êvarê de piştî îfade li emniyetê dabûn serbest bûbûn. 7 xwendekar jî duh(6ê Çiriya Pêşiyê) şandin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Piştî lêpirsîna dozgeriyê çar xwendekar bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan û sê xwendekar jî bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.
Serokomar Erdoganî di dema merasîma vekirinê ya sala nû ya akademîk ya perwerdeya bilind de xwendekarên zanîngeha Bogaziçiyê yên rektorê kayûm protesto dikin, kiribû hedef û ji wan re gotibû “terorîst”.
(KO/AY)