Parlementerên HDPê Huda Kaya, Altan Tan û Meral Daniş Beştaş roja şemiyê, Berdevkê HDPê û Parlementerê Qersê Ayhan Bilgen jî roja yekşemê hatin binçavkirin.
Roja şemiyê parlementerên HDPê Meral Daniş Beştaş û Ahmet Altan li Amedê, Parlementera Stenbolê ya HDPê Huda Kaya jî li Afyonê hatin binçavkirin.
Her sê parlementerên HDPê ku bi serdegirtina polîsan ve hatin binçavkirin, bi zorê wan birine îfadeyê û piştre jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 3 parlementerê HDPê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Parlementerê Qersê û Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen li Enqereyê dema diçû Stenbolê li Balafirgeha Esenbogayê hat binçavkirin. Bilgen dema hat binçavkirin di hesabê xwe yê twitterê de daxuyanî da ku dê polîsan wî bibin Amedê.
Ayhan Bilgen li Amedê piştî îfadedayînê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê jî bi şertê kontrola edlî wî serbest berda.
Berdevkê HDPê Bilgen piştî serbestberdanê daxuyanî da û diyar kir ku hukimet hewl dide ku xebatên wan ên ji bo referandumê asteng bike û wiha got:
“Dibe ku ev hesabên ji bo sîstema serokatiyê ji zû ve hatibû amadekirin û ji ber vê yekê parêzbendiyên me hat rakirin û piştre jî xebatên me tên astengkirin.”
11 parlementerên HDPê girtî ne,
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Cîgirê Koma HDPê û Parlementerê Amedê Îdrîs Baluken, parlementerên bi navê Leyla Birlik, Selma Irmak, Nûrsel Aydogan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu û Abdullah Zeydan di 4ê Mijdara 2016an de hatibûn girtin.
Parlementerê Colemêrgê Nihat Akdogan jî di 7ê Mijdarê de hatibû girtin.
Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Derbarêr Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera Wanê Tuba Hezer de jî biryara girtinê hatiye dayîn.
Cîgira Koma HDPê Çaglar Demirel û Parlementera Sêrtê Besîme Konca jî di 13ê Kanûnê de hatibûn girtin.
Parlementera Şirnexê Leyla Birlik di 4ê Çileyê de hatibû tehliyekirin.
Piştî tehliyekirina Birlik, hejmara parlementerên girtî yên HDPê bûbû 11.
(ÇT/YO)