4 parêzerên OHDyî tehliye bûne
Çar parêzerên OHDyî yên di 25ê Nîsanê de hatibûn desteserkirin, tehliye bûne. Parêzer ji ber lêpersîneke ku navenda wê Amed bû, hatibûn girtin.

Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çar parêzerên ku endanên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ne û di 25ê Nîsanê de hatibûn girtin, tehliye bûne.
Parêzer di 25ê Nîsanê de ji ber lêpirsîneke ku navenda wê Amed bû, hatibû desteserkirin.
Parêzer Ozum Vûrgûn, Bûrhan Ata, Serhat Hezer û Şerzan Yelbogayê ku çar mehan girtî man, serbest bûne.
Çi bûbû?
Ji ber lêpirsîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê di 25ê Nîsanê de polîsan li 21 bajaran bi ser gelek malan de girtibûn. Di encamê de 191 kes hatibûn desteserkirin û rojnameger û parêzer jî di nav de 52 kes hatibûn girtin. (NT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.