4 hezar û 464 karmend ji karê dewletê hatin avêtin
Bi Biryarnameya di Hikmê Kanûnan de ya 686. ji Wezareta Karên Navxweyî 49, ji Wezareta Perwerdeyê 2 hezar û 585 ji Midûriyeta Giştî ya Emniyetê 417 û ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan 893 kes ji karî hatin avêtin.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Biryarnameya di Hikmê Kanûnan de ya 686. di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor biryarnameya nû 4 hezar û 464 karmend ji karê dewletê hatin avêtin, 17 kes jî li karê wan hatin vegerandin.
Ji Wezareta Karên Navxweyî 49,
ji Wezareta Perwerdeyê 2 hezar û 585,
ji Midûriyeta Giştî ya Emniyetê 417,
ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan 893,
ji Dadgeha Bilind 10,
ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê 10,
ji TOKIyê 2,
ji Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan 88,
ji Berpirsiyarîya Giştî ya Weqfan 2,
ji Lijneya Perwerdeya Bilind 330
kes ji karî hatine avêtin.(HK/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.