Endamê Meclîsa Partiyê(PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Alî Gultepe, endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cuneyt Yeşîlyurt, Hevserokê HDPê yê Navçeya Eregli Ridvan Ulaşman û rêveberê HDPê yê Navçeya Çerkezkoyê Niyazî Artûn di 23ê Çiriya Pêşiyê de li Stenbol û Tekîrdagê di serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin.
Dadgehê bi iddiaya ku “endamên rêxistinê ne” biryara girtina wan da.
Li gorî nûçeya MAyê, 4 kesên ku 2 rojan li Midûriyeta Polîsan a Tekîrdagê dihatin girtin, duh (25ê Çiriya Pêşiyê) piştî îfadeyên li emniyetê sewqî Edliyeya Tekîrdagê hatin kirin.
Îfadeyên wan ji aliyê dozgeriyê ve nehate girtin pirsên weke, "Bi HDK'ê re têkiliyên we hene? Hûn beşdarî civînên wan bûne?" hat kirin.
Dadgeriya Cezê û Aştiyê bi iddiaya ku "Endamên rêxistina terorê ne" derbarê 4 kesan de biryara girtinê da.
(NT/AY)