Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Federasyona Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGF) Yilmaz Karacayî ji Parlamentoyê xwestiye ku pakêteke piştgiriyê ji bo saziyên medyayê û rojnamegeran derbixin.
Karacayî diyar kiriye ku di 5 salên dawiyê de nêzîkî 900 rojname hatine girtin û ji bo çareseriyeke esasî divê Saziya Îlanên Çapemeniyê (BIK), Serokatiya Ragihandinê û rêxistinên pîşeyî bicivin.
Karacayî her weha diyar kiriye ku îsal jî 100 rojname hatine girtin û wiha dewam kiriye:
"Bihayiya di demên dawiyê de xwediyên rojnameyan dixe rewşeke zehmet. Ev jî dibe sedem ku mirov nikaribin mehaneyên xwe bistînin. Rojname yek yek tên girtin. Ev pirsgirêk wê di demên pêş de bêhtir derkevin pêşberî me.
"Di 5 salên dawiyê de hejmara rojnameyan ji hezar û 800î daket 900î. Rojnameyên navçeyan perîşan in. Wisa biçe wê îsal herî hindik 100 rojnameyên din jî werin girtin."
"Bila bihayên îlanan zêde bikin"
"Mixabin BIK ji bilî cezakirina hin rojnameyên mixalîf ti tiştekî nake. Di dema pandemiyê de xebatkirina dema kurt anî, bi ser de jî firotina mecbûrî rakir. Ji bilî vê, ji bo çapemeniya Anadolûyê li ser lingan nemîne, ti tiştekî nake. Li gor nêrîna me heta ev rojê teng derbas bibin divê BIK komîsyona ji sedî 15 ya serî îlanekê distîne, bila rake.
“36 endamên Civata Giştî hene. Salane nêzîkî 2 milyon TL mesrefa wê heye. Li gorî nêrîna me hewceyî Civata Giştî nîne, divê were sazkirin. Rewşa çapemeniya berbelav jî ji ya me ne cidatir e. Nebûna fabrîkeya kaxizan îro rewş anî vir. Ger fabrîkayeke kaxizan hebûya, em neçarî ji derve nedibûn." (HA/FD)