Fotograf: MA
33 kesên di 20ê Tîrmeha 2015an de, li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, ji ber êrîşa DAIŞê can dabûn hatine bibîranîn.
Bernameya bîranînê li Navneda Çandê ya Amarayê pêk hatiye û Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîstan a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl û gelek kes beşdar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyyaê beşdar di saetên serê sibehê de li Rêxistina HDPê ya Navçeya Pirsûsê kom bûne û ji wir jî heya Navenda Çandê ya Amarayê meşiyane. Polîsan destûr nedane ku wêneyên 33 qurbaniyan bixin navendê. Polîsan mudaxileyî girseyê kiriye û dest danîne ser wêneyan. Beşdaran jî, bi berzkirina dirûşmeya “Em ê hesabê Pirsûsê bipirsin” helwesta polîsan şermezar kiriye. Girseyê piştre pankarta wêneyên qurbaniyan li ser bû vekirine û dirûşmeyên “Şehîd namirin,” “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet” û “Em ê hesabê Pirsûsê bipirsin” avêtine.
“Em ê hesap bipirsin”
Alîkara Hevseroka Giştî ya ESPyê Beycan Taşkiran, di bîranînê de axiviye û wê gotiye: “Gelên me di komkujiyên dewletê de can dan. Em ê li hemberî vê dîktatoriya faşîst serî netewînin. Em ê ti carî dev ji hesap pirsînê bernedin. We got hûnê biqedînin, lê we nikarî biqedînin. Vaye em li virin. 33 can di Şoreşa Rojava de dijîn.”
Parlamenterê HDPê yê Rihayê Nûsrettîn Maçînî jî diyar kiriye ku heya têkiliyên çete, mafya û dewletê bi hevre hebin, wê aştî neyê welat. Maçîn, bal kişandiye ser têkoşîna hevpar û banga yekitiyê kiriye.
Serokê Baroya Rihayê Velat Îzolî jî daye zanîn ku heya komkujî neyê ronîkirin, ew ê li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê bin.
Serdana goristanê asteng kirine
Beşdaran piştî bîranîna li Navenda Çandê, xwestiye gora Kasim Deprem û Osman Çîçek ziyaret bike, lê polîsan destûr nedaye. Polîsan bi wesayitên zirxî goristan dorpêç kirine û destûr nedane ku kes bikeve goristanê.
Beşdarvanan bertek nîşanî polîsan dane û ji derveyî goristanê daxuyanî dane çepmeniyê.
Li çend deverên din bername pêk hatine
Ji bo salvegera qetilkirina 33 kesan li çend deverên din bernameyên bîranînê pêk hatine.
Stenbol
Bîranîn li Goristana Gaziyê ya navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê bûye. Berî bîranînê girse li Cemxaneya Gaziyê kom bûye û bi dirûşmeyan heya goristanê meşiyaye. Girseyê pankarta “Şehîdên Pirsûsê nemir in” vekirine û diruşmeya “Ciwan wê hesap ji qatilan bipirsin” gotine. Parlamentera HDPyê Dersim Dag û gelek kes beşdarî bîranînê bûne.
Amed
Veysel Ozdemîrê di komkujiyê de can da jî, li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoya li navçeya Rezan a Amedê hatiye bibîranîn. Malbata Ozdemîr, Parlamenterên HDPê yên Amedê Remziye Tosûn û Semra Guzel, rêxistinên HDPê yên Amed û navçeyên wê, endam û rêveberên MEBYA-DERê, TUHAY-DERê û Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) beşdarî bîranînê bûne. Di bîranînê de, dirûşmeya “Ti xeyal di nivî de namînin” hatiye berzkirin.
Di heman demê de, ji bo Ozdemîr ê ku roja ji dayik bûna wî bû, paste hat birîn. Xwişka Ozdemîr Gulîstan Ozdemîr, helbesta bi navê “33 rêyên xeyalan” a nivîsandibû, xwendiye.
Şirnex
Ji 33 qurbaniyên di Komkujiya Pirsûsê de hatine qetilkirin Ûgûr Ozkanê ji Cizîra Botanê ye, li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya Cizîrê hatiye bibîranîn. Malbata Ozkan, Parlamentera HDPê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên MEBYA-DERyê, rêveberên HDPyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûne.
Beriya bîranînê xwişka Ozkan, Hatîce Ozkan ku rakiribû wêneyê birayê xwe xwest biçe ser gorê, lê polîsan ew asteng kirin.
Edene
Hêzên Demokrasiyê yên Edeneyê jî têkildarî salvegera komkujiyê daxuyaniyek nivîskî dane û xwestine ji bo Komkujiya Pirsûsê edalet bê bicihanîn. (FD)