Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rojnameger Ahmet Şik ku di 30ê Kanûnê de hatibû girtin, cara yekem bi parêzer û hevsera wî Yonca Şik pê re hevdîtin kirin.
Piştî derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn, wî ewil birin Girtîgeha Metrisê û 3 roj şûnde paşê di 2ê Çileyê de jî sewqî Girtîgeha Silivriyê kirin.
Parêzerê wî Can Atalay ji bianetê re axivî û got ku li Girtîgeha Metrisê 3 rojan ava vexwarinê nedane Ahmet Şik de.
Atalay diyar kir ku cihê Şik tê bûye gelek qirêj bûye û ji ber ku ava şebekeyê jî nayê vexwarin ew 3 rojan tî maye.
Li Silivriyê tecrît
Ahmet Şik ku li Girtîgeha Silivriyê ye, duh bi 3 parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî.
Li gorî nûçeya Canan Coşkuna ji Cumhuriyetê, parêzerên Şik rewşa girtîgehê wiha anîn ziman:
“Wî li Girtîgeha Metrisê tecrîd kirine. Di hucreyê de tenê doşekek hebûye. Ji re gotine
‘kantîn girtî ye’ û 3 rojan ava vexwarinê nedane wî.
“Tecrîdkirin li Girtîgeha Silivriyê jî didome. Di hucreyê de televizyon û radyo nîn e. Rojname û pirtûk jî nedane wî.
“Agahiya Ahmet ji êrişa Reinayê ku 39 kes hatibûn qetilkirin ve tinebûye. Gardiyana di axavtinên xwe de behsa êrişê kirinê lê wî baş fêm nekiriye. Ew meraqa derve dike.
“Di serî de pênûs û kaxis jî nedane wî. Piştre ji bo nivîsandina daxwaznameya bo ligel nivîskarê Cumhuriyetê bimîne pênûs û kaxis danê. Di nav hucreya xwe de dimeşe. Moralê wî baş e.
Wezareta Dadê: Di 1ê Çileyê de 1.5 lître ava parzûmkirî dane wî
Wezareta Dadê li ser vê yekê daxuyaniyek da.
Di daxuyayiya wezaretê de hat gotin ku di 1ê Çileyê de 1.5 lître ava parzûmkirî dane Ahmet Şik û her wiha di destê wan de rapor jî heye ku ava şebekeya li girtîgehê tê vexwarin.
Çi bûbû?
Ahmet Şik di 29ê Kanûnê de bi sedema parvekirinên di medyaya civakî de hatibû binçavkirin.
8. Dadweriya Sulh Cezayê di 30ê Kanûnê de bi îdiaya propagandaya “FETO û PKKê kiriye” derbarê wî de biryara girtinê da.
(EKN/YO)