Li Balikesîrê 3 karkerên înşeatê ji ber ku stranên kurdî guhdar kirine hatibûn binçavkirin. Dadgehê biryara girtina her sê karkeran da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezpotamyayê Ozgur Îpek, Mehmet Argin û Cemal Guzel ên danê êvarî li navçeya Altieylulê li Parka Ataturkê stranên kurdî guhdar dikirin, polîsan bi hêceta "derdor gazincê ji we dike" nasnameyên wan kontrol kirin.
Welatiyan jî anî ziman ku ew tenê stranan guhdar dikin û nexwestin nasnameyên xwe bidin. Li ser vê polîsan li wan xist û ew desteser kirin.
Kadîr Guzel, birayê Cemal Guzelê hat desteserkirin, ragihand ku birayê wî û hevalên wî di dema desteserkirinê de ji aliyê bi dehan polîsan ve hatine îşkencekirin û rastî êrişa hin kesên li derdorê hatine. Her sê kesên bi lêdanê hatin desteserkirin li nezaretxaneyê jî hatin îşkencekirin. Lê belê polîsan nehişt ku her sê karker rapora derbkirinê bigirin.
Duh piştî îfadeya li rêveberiya emniyatê her 3 karker, şandin Edliyeya Balikesîrê.
Dozgeriyê her 3 karker bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kirine" û "li dijî polîsan li ber xwe dane" sûcdar kir û bi daxwaza girtinê şand dadgehê.
Dadgeha Cezê û Aştiyê bi heman sedeman biryara girtina wan da.
(NK/AY)