Fotograf: Ajansa Mezopotamya
26 rêxistinên civaka sivîl ji bo Peymana Stenbolê pêk bîne bang li hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) kirine.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 26 rêxistinan bi daxuyaniyekê ji hikûmeta AKPyê xwestine Peymana Stenbolê bicih bîne. Di daxuyaniya ku bi sernavê “Peymana Stenbolê dide jiyandin” hatiye kirin de wiha hatiye gotin:
"Ne li rêya derketina ji Peymana Stenbolê bigerin, li rêyên pêkanina Peymana Stenbolê bigerin. Eger Peymana Stenbolê di meriyetê de bûya dê ji çileya 2020an heta niha 163 jin û di Tîrmeha 2020an de jî 32 jin nehatina qetilkirin. Ji ber vê yekê li şûna hûn ji Peymana Stenbolê derkevin, peymanê pêk bînin. Li rêya pêkanîna peymanê bigerin."
Rêxistinên ku Peyman îmze kirine ev in:
Înîsiyatifa Welatiyên Bodrumê 2017, Hewldana 78an, Komeleya Ocaxa Fikrên Elewî, Hewldana 78an a Enqereyê, Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqereyê, Daktilo 1984, Ji bo Demokrasiyê Yekîtî (DİB), Komeleyên Elewiyên Demokratîk, Komeleya Oldaran (DÎAYDER), Koma Diyalogê, Meclîsa Jinan a Platforma Komeleyên Rojhilat û Başurê Rojhilat (DGD), Hewldana li Dijî Sûcên Fikrî, Komeleya Şopandina Ji bo Mafên Wekhev, Tevgera Ewlehiyê, Platforma Heq û Edaletê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Sendîkaya Lîstikvanan, Komeleya Lêkolînên Azadiyê Komeleya Nivîskaran PEN, Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdalî, SODEV, Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê (TYS), Komeleya Hindekarên Zanîngehan (UNÎVDER), Hewldana Welatiyan û Komeleya Welatiyan. (FD)