Fûara Kitêban a Hewlêrê ya 13ê dê îro bê pêkanîn. Fûar navdewletî ye 10 rojan ji gelek welatan kitêbên bi gelek zimanan dê bêne firotin.
Li gor nûçeya Kurdistan 24ê li fûara navborî 250 weşanxane dê zêdetirî 700 hezar kitêbên ji hev cida bifiroşin.
Beşdarên fûarê ji 35 welatan hatine. Weşanxaneya Avestayê weşanxaneyeka kurdan e ku navenda wê li Stenbolê ye. Wê jî li hesabên xwe yên medyaya civakî daye zanîn ku ew ê beşdarî fûarê bibe.
(MB)
Wêne: erbilbookfair.com