Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
21 rêxistinên navneteweyî yên rojnamegerîyê Weqfa Lêkolînên Sîyaset, Ekonomî û Civakê (SETA) şermezar kiriye.
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) daxuyanîyek weşandiye. 21 rêxistinan daxuyanî îmze kiriye.
Di daxuyanîyê de hatiye eşkerekirin ku:
“Xebat bûye lêpirsînnameyek û hemî xebatkar bi wê yekê têne sûcdarkirin ku ew li dijî hikûmetê xwedanên pêşhikman in.”
Bixwîne - Rêxistinên rojnamegeran dê dozê li SETAyê vekin
Rêxistinên ku daxuyanî îmze kiriye ev in:
ARTICLE 19, ARTICOLO 21, Cartoonists Rights Network International (CRNI), Civic Space Studies Association, Committee to Protect Journalists (CPJ), English PEN, European Centre for Press and Media Freedom (ECPMF), Fédération Européenne des Journalistes (FEJ), Global Editors Network (GEN), Index on Censorship, International Press Institute (IPI), Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT), P24, PEN America, PEN Danemark, PEN International, PEN Norvège, PEN Suède, Reporters sans frontières (RSF), SEEMO, WAN-IFRA.
Çi bûbû?
SETAyê raporeka 196 rûperî weşandibû. Di raporê de nav û karên xebatkarên BBC Türkçe, DW Türkçe, Dengê Amerîkayê, Sputnik Türkiye, Euronews Türkçe, Independent Türkiye û CRI Türk (Radyoya Çînê ya Navneteweyî) hatiye eşkerekirin.
Rapora bi navê “dûvelankên li Tirkiyeyê yên saziyên medyaya navneteweyî” xebatkarên navborî wek armanc nîşan daye. Parvekirinên rojnamegeran li medyaya civakî weşandîn hatine berhevkirin û eşkerekirin.
Yek bi yek hatiye eşkerekirin kî kî ye û hatine lîstekirin.
Herweha hatiye xwestin ku bila dewlet wan saziyan kontrol bike. BirGün, T24, bianet, Evrensel, Cumhuriyet, Diken, DW Türkçe û RSF “saziyên ku fikrên li dijî hikûmetê berçav dike” hatiye binavkirin.
SETA sazîyeka lêkolînan e û nêzîkî hikûmetê ye.
(EKN/MB)