Ji bo nûçeya Tirkî
Piştî rakirina parêzbendiyan 2 parlementerên HDPê ji bo îfadedayînê hatin gazîkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) parlementerên Mûşê yên HDPê Ahmet Yilidirim û Burcu Çelik Ozkan ji bo îfadedayînê gazî dozgeriyê hatin kirin.
Demirtaş gotibû: ‘Em wê gazîkirinê nas nakin û naçin ji bo îfadedayînê’
Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş di daxuyaniya xwe ya 18ê Hezîranê de derbarê rakirina parêzbendiyan de diyar kiribû ku ew dadkirinê qebûl nakin û gazîkirina ji bo îfadeyê jî nas nakin û wiha gotibû:
‘Ew yek ne dadkirin e. Em ê îfade nedin û pirsên wan jî nabersivînin. Yek metname ya parastinê heye û em dê li her derê wê yekê bixwînin.’
‘Em gazîkirina dozgeran jî nas nakin. Eger dixwazin bila bi zora polêsan me bibin.’
‘Ev yeka berxwedana li hemberî krîza siyasî ye. Em ê bi teqez fatureya wê yekê li AKPê bibirin.
(EKN/YO)