2 hezar û 246 akademîsyen ji kar hatin derxistin
Ji akademîsyenên ku ji kar hatine derxistin 455 jê profesor, 472 jê doçent, 658 jê alîkarê doçent, 420 jê wezîfedarê lêkolînê, 243 jê wezîfedarê perwerdehiyê, 28 jê pispor, 70 hînkar in.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi Biryaranameya Di Hukmê Qanûnê ve piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê li zanîngehan 2 hezar û 246 kes bi hinceta têkiliya wan bi Cemaeta Fetullah Gulen re heye, ji kar hatin derxistin.
Di lîsteyê de 94 zanîngeh hene. Ji her 5 kesên ku ji kar hatine derxistin jî profesor in.
455 profesor
Ji akademîsyenên ku ji kar hatine derxistin 455 jê profesor, 472 jê doçent, 658 jê alîkarê doçent, 420 jê wezîfedarê lêkolînê, 243 jê wezîfedarê perwerdehiyê, 28 jê pispor, 70 hînkar in.
13 akademîsyenên ji fakulteya ragihandinê jî hene
Di nav akademîsyenên ku ji kar hatine derxistin de 13 akademîsyenên ji fakulteya ragihandinê jî hene: Selçuk (2), Akdeniz (1), Erciyes (2), Gazi (2), Stenbol (3) û Nigde (1)
(NV/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.