Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê endamên Grup Yorumê hatine dadkirinkirin. Heyeta dadgehê di encama dadkirinê de biryar daye ku Sultan Gokçek û Betul Varan tehliye bibin. Her weha ji bo Yurdagul Gumuş û Nurhan Yilmaza ku di heman dosyayê de dihatin dadkirin jî biryara tehliyeyê daye.
Sultan Gokçek ji Gulana 2017ê li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê, Betul Varan jî ji Îlona 2017ê û vir ve li Girtîgeha Tîpa T ya Burhaniyeyê dihatin girtin.
Di danişîna duh de biryara tehliyeyê ji bo endamên Grup Yorumê Hêlîn Bolek û Bahar Kurtê nehatiye dayîn.
Endamên Grup Yorumê bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” têne dadkirin.
Heşt endamên wê girtî ne, polîs li şeşan jî digerin
Polîsan di du mehên derbasbûyî de şeş caran bi ser Navenda Çandê ya Îdilê ya li Okmeydana Stenbolê girtiye ku Grup Yorum li vir xebatên xwe dimeşîne. Di encama van serdegirtinan de 30 kes hatine girtin. Niha jî heşt endamên Grup Yorumê girtî ne. Polîs li şeş endamên din ên Grup Yorumê digerin. (AS/FD)