2 belavkarên Azadiya Welat hatin girtin
Di serdagirtina buroya Azadiya Welat de 11 xebatkarên rojnameyê ku hatibûn binçavkirin, 9 jê serbest hatin berdan, 2 rojnamegerên bi navên Arap Turan û Ferit Toprak hatin girtin.

Di 28ê Tebaxê de bi îxbareke bê bingeh polîsan li ser buroya navendî ya rojnameya Azadiya Welat de girt û 24 xebatkarên wê hatibûn binçavkirin.
Berî çend rojan 13 xebat kar hatibûn berdan, 11 xebatkarên din jî duh derxistin edliyeyê û di encama dadkirinê de 9 kes jê hatin berdan û 2 kes hatin girtin.
Rojnamegerên heta derengiya şevê li Dozgerê Cezayê Sûlhê yê Nobedar îfadeya wan hatin girtin û piştre Pusat Bulut, Yasemîn Sayin, Serdal Polat, Zeynep Îzgî, Hayat Yilmaz, Mehmet Emîn Kaya, Mecrum Tekol, Îbrahîm Bayram û Engîn Ozelçî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Xebatkarên rojnameyê Arap Turan û Ferit Toprak bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
(HY/EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.