Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîteya Sazkirina Pîrozbahiyên 1ê Gulanê aşkere kiriye ku ew ê pîrozbahiyên 1ê Gulanê li qada bazarê ya Bakirkoyê pêk bînin.
Komîteya ku ji Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Dewletê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirkan (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirkan (TTB) pêk hatiye, 10ê Nîsanê daxuyaniyek belav kiribû û gotibû ku ew ê li Taksîmê pîrozbahiyê pêk bînin.
Duh (25ê Nîsanê) Walîtiya Taksîmê daxwaza pîrozbahiyên li Taksîmê red kiriye û ev biryar bi awayê devkî ji DİSKê re ragihandiye.
Komîteya Sazkirina Pîrozbahiyên 1ê Gulanê li ber Operaya Sureyyayê ya li Kadikoyê daxuyaniyek daye û gotiye ku ew ê 1ê Gulanê saet di 12.00ê li qada bazarê Bakirkoyê pîrozbahiyan pêk bînin.
Ji 2013ê û vir ve qedexe ye
Walîtiya Stenbolê ji sala 2013ê û vir ve destûrê nade ku pîrozbahiyên 1ê Gulanê li Qada Taksîmê pêk werin. (TP/FD)