19 milyon xwendekaran îro karneyên xwe girtine
Qonaxa duyemîn a xwendinê ku di 6ê Sibata 2023an de destpê kiribû, îro bidawî dibe.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nêzîkî 19 milyon xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û pêşdibistanê îro karneyên xwe girtine û ketine betlaneya havînê.
Sala xwendinê ya 2022-2023an li dibistanên pêşdibistanê, seretayî û navîn di 12ê Îlona 2022an de destpê kiribû. Betlaneya navberê ya qonaxa yekem di 14-18ê Çiriya Paşiya 2022an de û betlaneya navberê ya qonaxa duyemîn jî di 17-20ê Nîsana 2023an de hate kirin.
Bi salnameya xebatê ya ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve hatiye weşandin de ji bo sala 2023-2024an roja vekirina dibistanan jî diyar bûye.
Li gorî vê; Sala xwendinê ya 2023-2024an wê di 11ê Îlona 2023an de roja Duşemê dest pê bike.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.