Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Piştgirî ya ji bo Mazlûman û ji bo Mafên Mirovan (MAZLUMDER) Civata xwe ya giştî ya awarte bi biryara 6emîn Dadgeha Hiqûqa Sulhê ya Enqereyê, di 19ê Adarê de li Enqereyê pêk anî ku demeke dirêje daxwaza pêkanîna civatê dihate kirin lê pêk nedihat.
Di cıvata giştî de biryar hat standin ku 16 şax bên girtin, Navenda Giştî ya komeleyê ji Enqereyê bibin Stenbolê û Serokê Şaxa Stenbolê Ramazan Beyhan bibe Serokê Giştî.
Qeyûm hat tayînkirin
Piştî biryara kongreye ya dadgehê ji bo MAZLUMDERê qeyûm hat tayînkirin.
Li ser biryara tayînkirina qeyûm û biryara lidarxistina kongreya awarte çend şax li hemberî van biryaran derketin û belavokek hevbeş ragihandin.
Ji rêveberiya MAZLUMDER a Amedê Reha Ruhavioglu ji bianetê re behsa vê pêvajoyê kir:
“Tayînkirina qeyûm ji bo komeleyê mijareke wisa ye ku hin detayên wê yên teknîkî hene. Lê qeyûm bêyî ku li bende pêvajoya dadî bisekinin bang kirin û Civata Giştî ya Awarte kom bû û biryar girt ku 16 şaxan bigire. Ev bi xwe ne mijareke wisa ye ku bi teknîk û hiqûqê ve were îzahkirin.
“Di nîsana 2016an de ji bo ku cıvata giştî ya awarte lidar bikeve hin şaxan ji hin delegeyan îmze komkirin. Lê destûrnameya me behsa delegeyan nake û rajeya sedî 20ê endamên me şert dide pêş. Hejmara îmzeyên ku hatine komkirin di vê wateyê de gelekî kêm bûn.
“Ji bo vê nelihevkirinê serî li dadgehê hat dayin û di encamê de rapora pispor a ku ti encameke hiqûqî jê dernakeve got ku rajeya sedî 20 a delegeyan bes e. Dadgehê biryara kongreyê pesend kir. Li ser vê jî qeyûm hat tayînkirin.
“Lê mînak, ev biryar bêyî ku bê pesendkirin nabe pêk bê. Lê digel ku li hemberî vê biryara kongreya awarte îtiraz hebe jî dadgehê beriya ku biryarê derbarê vê îtirazê de bide, biryara kongreyê stand. Li ser vê rewşê me jî bi sedema bêhiqûqiyê protesto kir. “
Biryarên Civata Giştî ya Awarte
Di civatê de guhertina rêziknameya MAZLUMDERê û girtina hin şaxan hatin rojevê.
Di guhertina rêziknameyê de, biryar hatin girtin ku komele û şax mesafeyê têxin navbera xwe û partiyên siyasî û çalakiyên partiyên siyasî.
Navenda Giştî ya MAZLUMDERê ji Enqereyê birin Stenbolê.
Di encama Civata Giştî de li şuna Serokê Giştî Ahmet Faruk Unsal serokê şaxa Stenbolê Ramazan Bayhan bû weke serokê giştî hate hilbijartin.
Guhertina herî ku hat nîqaşkirin girtina 16 şax an bû. Li gorî vê encamê şaxên Amedê, Riha, Wan, Dîlok, İzmîr, Mûş, Êlih, Bedlîs, Çewlik, Şirnex, Colemerg, Sakarya, Mersin, Kocaeli, Bursa û Antakyayê hatin girtin. Biryar hate girtin ku endam û delegeyên van şaxan ji xwe ber bikevin.
Ruhavioglu: Di têkoşîno mafên mirovan de wê weke şermekê bê nivîsandin
12 şaxên MAZLUMDERê yên ku hatin girtin li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadolûyê ne.
Ji rêveberiya MAZLUMDER a Amedê Ruhavioglu diyar kir ku 8 şax mane û 4 ji wan jî tenê li ser kaxiz ê hene û ti xebatê jî nakin. Ruhavioglu wiha berdewam kir:
“Ne li ser tirkîtî-kurdîtiyê lê cudabûneke bipersîb heye ku di vê de meseleya kurd diyarker e. Dema mirov li şaxên ku hatine girtin binêre ev bi hêsanî tê dîtin.
“Heta weke mînak şaxê Uşakê gotin ku tenê navê me heye dikarin me bigirin jî nehatiye girtin. Şaxeke weke ya Amedê tê girtin ku girîng û çalak e û têkoşîna mafan dide.
“Ez wisa difikirim ku ev helwest pêkanîna derbeyê ye.
“Em ê li hêlekî pêvajoya hiqûqê berdewam bikin û li hêlekê jî şaxên ku bi destê MAZLUMDERê rastî zordariyê hatine di berdewamiya têkoşîna mafên mirovan de em ê bi hev re di nava têkiliyê de bin.
Erdogan hedef nişan dabû
Par Serokomar Recep Tayyip Erdogan piştî rapora Cizîrê MAZLUMDERê weke hedef nişan dabû:
“Saziyên Civaka Sivîl ên tên zanîn ên wan hatine ba hev û rapor weşandine. Carekê divê bi taybetî bi ser wan kesan de biçin ku ev rapor weşandine. Tu rapora çi diweşînî?”
Di rapora ku şanda MAZLUMDERê di encama çavdêriyên di navbera 4 û 6ê Adara 2016an de amade kiribû hatibû gotin ku, “Li Cizîrê di encama pêvajoya qedexeya derketina derve de 203 mirovan jiyana xwe ji dest dabû.”
(CK/EKN/FD)