Rojnameger bi ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ têne tewanbarkirin. Rojnamegerên tên dadkirin ev in:
Ali Haydar Saygili, Alp Altinors, Arzu Demir, Aydin Akyuz, Emin Orhan, Erkan Salduz, Fadime Çelebi, Fatih Gur, Hatice Duman, Fuat Uygur, İsminaz Ergun, Sami Ozbil, Semiha Şahin, Ugur Ok, Vahap Biçici û Ali Genç.
Sernûsera berê ya Atilimê Hatice Duman û Sami Ozbil, Ali Haydar Saygili, Aydin Akyuz, Vahap Biçici, Erkan Salduz û Fatih Gur jî ji ber dozeka dî di girtîgehê de ne.
Isminaz Ergun neçûye dadkirinê
Desteya Dadkirinê rojnamegeran bi piştgiriya MLKP, PYD, PKK û YPGyê tometbar dike.
Ok: Min li ser kampanyaya avakirina Kobanîyê nivîsîbû
Ugur Okî cara pêşiyê dest bi axiftinê kir û got wî nivîsa xwe ya bi navê ‘’ Ji bo avakirina Kobaniyê em ber bi mezinkirina piştgiriyê biçin ‘’ ji daxuyaniyeka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst girtiye û ‘’wê daxuyaniyê propagandaya ti rêxistinan nedikir’’
Ji Okî hat pirsîn ka ji ber çi wî ji bo protestoyên 6-8ê çiriya pêşiyê gotiye ‘’serhildan.’’
Altınors: Min analîzeka sîyasî kir.
Altinorsî jî gotiye ew cihgirê Serokê Partiya Gelan a Demokratîk e û nivîsa wî ji bilî şîrove û analîzeka sîyasî ne tişteka dî ye.
Çelebî: Li nivîsa min şoreşa jinan heye, tişteka sûcbar nîne
Fadîme Çelebîyê jî gotiye ku ew berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst e û wê ne bi tenê behsa berxwedana jinên Rojavayê kiriye wê behsa hemî şoreşên jinan kiriye.
Ozbîl: Ji bo azadiya axiftinê ez çûna girtîgehê li ber çavên xwe tînim.
Ozbîlî gotiye li Kurdistanê bi eşkereyî û li rojavayê [Tirkiyeyê] ji dizî ve şerek didome ji ber wê ew têne dadkirin.
Akyuz: Min analîzeka sîyasî kiribû
Aydin Akyuzî gotiye ya rastî ew nizane ka ew ji ber çi tê dadkirin. Akyuzî gotiye nivîsên wî şîroveyên sîyasî bûne.
Salduz: Klavyeya min hevkara min a sûcdariyê ye.
Salduzî jî gotiye nivîsa wî diyarkirina fikrekê bûye. Gotiye ‘’Heke sûcek hebe hevkara min klavyeya min e.’’
Gûr: Li tewannameyê sebeba tewanê nehatiye dîyarkirin
Gûr dîyar kiriye ku sebebê dadkirina wan sebebên siyasî ne. Ji ber ku hê jî sebebên sûcdariya wan ne dîyar e.
Duman: Vê doze nîşan da ku heqîqet ji derewan bihêztir e
Dumanî jî gotiye ew ne xerîbê dozen bi vî rengî ye. Wi gotiye: ‘’ Ez li sala 1990 dema ku sernivîserê Atilimê bûm min gelek dozen bi vî rengî dîtine.’’
Saygili: Ti ciddiyeta doze nîne
Saygiliyî gotiye ew şoreşgerekê sosyalîst e û nivîsên xwe jî piştî êrîşa li Sirûcê hatî kirin nivîsîye.
Şahîn: dive xelk rastiyan bizanin
Şahînî gotiye wî nêrîneka xwe ya wek rojnamegerekê heye û li gor wê nêrînê dinivîse.
Orhan: Li hevkirineka jib o têgeha terorê nîne.
Emîn Orhanî gotiye ew ji ber nûçeya xwe ya ‘’her bijî Rojava’’ tê dadkirin. Wî gotiye hê ne dîyar e ka çi û kî terror/terorîst in.
Demîr: Min rojnamegerî kir
Demîrî gotiye wî lêkolaye ka xweserî çi ye, jiyana rojane ya wan derên xweserî hatî îlankirin çi hatiye guhertin, temsîlkirina jinan çawa ye û ew jî karên rojnamegeriyê ne.
Gûmûştaş: Nivîskar, xebatkar û xwendevan di yek dosyayê de ne
Parêzer, Ozlem Gumuştaşê jî gotiye wê cara pêşiyê dozeka bi vî rengî dîtiye. Her kes di doze de ne heta ku nivîsên bênivîskar jî di dosyayê de hene.
Dadgehê navber da dadkirinê û dê li 4ê îlonê doz berdewam bibe.