Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Ozgur Gundemê de derbarê gelek nivîskar, rojnameger û hunermendan de ji ber beşdarê kampanyaya “Nobedariya Weşanê” bûbûn doz hatibû vekirin û hin kesên ji wan jî bi awayekî girtî tên dadkirin.
Duh li Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê di çarçoveya dozên vekirî de 16 nivîskar, rojnameger û hunermend hatin dadkirin:
Hasan Cemal, Necmiye Alpay, Feyim Işik, Julide Kural, Mûrat Uyurkulak, Yildirim Turker, Omer Agin, Reyhan Çapan, Emrullah Kurcan, Înan Kizilkaya, Celal Başlangiç, Kumru Başer, Said Sefa, Faruk Balikçi, Huseyin Guçlu, Îlhan Bakir.
Mudirê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya di hemû dozan de tê dadkirin.
Rûniştina duyem ya doza derbarê Fehîm Işik de hat kirin
Duh li 14. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê rûniştina duyem ya doza derbarê nivîskar û rojnameger Fehîm Işik û Mudirê Karên Nivîsan Înan de hat kirin.
Parlementerê HDPê Garo Paylan, hunermen Ferhat Tunç, akademîsyen Buşra Ersanli, nûnerên DISK-Basin Işê û gelek rojnameger beşdarê rûniştina dozê bûn.
Feyîm Işik beşdarê rûniştina dozê nebû.
Dadgehê rûniştina dozê taloqî 28ê Adara 2017an kir.
Julide Kural: Rastiya ku hunermend hewl bigihêjê azadî ye
Hunermend Julide Kural jî ji ber beşdarê kampayaya hevgirya bi Ozgur Gundemê re bûbû hat dadkirin.
Rûniştina doza derbarê Julide Kural û Înan Kizilkaya de li 22. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hat dîtin.
Julide Kural di axavtina xwe ya parastinê de wiha got:
“Dema mirov li pey heqîqetê dikeve azad dibe”
“Şertê sereke ya ji bo weleteke demokratîk azadiya xweîfadekirin û azadbûna medyayê. Ez weke welatiyek di baweriyê de me ku divê kanalên helwestcûda her dem hebin. Ez ji bo mafe wergirtina ragihanê ya her kesî re rêzdigirim û li dijî zext û zordariyan jî alîgira azadbûnê me. Wê demê Ozgur Gundem di bin zexteke mezin de bû. Pêwistbû her kesên ku ji xwe re dibêje demokrat beşdarê hevgiriya bi Ozgur Gundemê re bûbûye. Ji ber vê yekê bi awayekî sembolîk ez ji bo rojekî bûme berpirsa weşana giştî.”
“Di her ziman û çandê de li her deverê dinyayê “heqîqeta” ku hunermend li pey in, “Azadî ye”. Azadî jî mafê hilbijartinê dide însanê.”
“Baweriya min bi demokrasî û mafên gerdûnî ya mirovan heye. Ez keseke dijtund im û ji vê welatê xwe jî gelek hez dikim. Ez sûcên ku hûn davêjin ser min jî qebîl nakim. Dixwazim beraet bibim.”
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
(EA/YO)